11 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2019
Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê di daxuyaniya ji bo Herekata Kaniya Aştiyê weşand da wiha got: "Ji têkoşîna li dijî terorîstan û hewcedariya bicihanîna ewlehiya Tirkiyeyê tu gumana me tuneye."
Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku operasyona li ser xeta sînorê Tirkiye-Sûriyeyê bû sedema fikareke mezin.
Hat gotin ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê rê li ber bêîstiqrariyê girtin pir muhîm e û ji hemû aliyan hat xwestin ku bila rêzê nîşanî serdestî û yekîtiya axa Sûriyeyê bidin û li gor van yekan gav bên avêtin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji têkoşîna li dijî terorîstan û hewcedariya bi cih anîna ewlehiya Tirkiyeyê tu gumana me tuneye."
Rûsyayê di daxuyaniya xwe da îdia kir ku heke di navbera rêveberiya Şamê û YPG/PKKya rêxistina terorê da guftûgo pêk bê wê demê aştî û aramî jî wê mimkun be. Hat gotin ku Moskow bi armanca normalîzekirina têkîliya welatên herêmê jî ji bo teşwîqkirina guftûgoyan amade ye.