11 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2019
Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da gundê Helaweyê ya ku dikeve başûrê rojhilatê Til Ebyada li rojhilatê Feratê ji terorîstên YPG/PKKyî hat xilaskirin.
Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li bakurê Sûriyeyê ji bo ku korîdora terorê ya hewl tê dayîn ku li sînorê başûr ê Tirkiyeyê bê avakirin tune bike, aştî û aramiyê bîne herêmê dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinê terorê da destpêkirin û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) piştgiriyê didê didome.
Gundê Helaweyê ya li başûr rojhilatê navçeya Til Ebyada li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê di çarçoveya herekatê da ji terorîstan hat xilaskirin.
Di nav rojê da gundên Asfar Neccar û Til Xelefa li rojavayê navçeyê jî ji terorîstên YPG/PKKyî hatibû xalîkirin.
El Yabse, Til Fander, Muşeyrfe, Dedat, Bîr Aşiq, Hemîdiye, Berzan, Cudeyde û Gisasa li Til Ebyadê û Kişto û Kiştoya Jêrîn a li Resuleynê jî dun ji terorîstên YPG/PKKyî hatibûn xilaskirin.
Bi vî awayî di roja sêyemîn a herekatê da jimara gundên ku ji dagirkeriya YPG/PKKyê hatin xilaskirin bû 14.
ANS li gundan tevdîrên ewlehiyê distîne û fealiyetên lêgerînê dike.