Dinya

Ji ser Qirkirina Helepçeyê ra 30 sal derbas bû

Ji ber 30yemîn salvegera Qetlîama Helepçeyê li bajarên Herêma Kurdistana Iraqê merasimên bibîranînê hatin lidarxistin.

Abdullah Tel  | 16.03.2018 - Rojanekırın : 20.03.2018
Ji ser Qirkirina Helepçeyê ra 30 sal derbas bû

Arbil

HELEPÇE/SILÊMANIYE

Li bajarên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber 30yemîn salvegera Qetlîama Helepçeyê ya ku bi bombeyên jehrî pêk hatibû, merasimên bibîranînê hatin lidarxistin.

Merasima bibîranînê ji hêla walîtiya bajêr va li Helepçeyê hat lidarxistin. Wezîrê Şehîdên HKIyê Mehmûd Hecî Salih, Wezîrê Koç û Penaberiyê yê Iraqê Casim el-Caf, Mehdî Alaqê Nûnerê Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî, Waliyê Helepçeyê Elî Osman û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê û rayedarên îdarî beşdarî merasimê bûn.

Wezîrê Şehîdên HKIyê Salih di merasimê da axivî û got ku navenda Helepçeyê ji ber êrîşên li serê hat kirin berdêleke giran da û ji bo telafîkirina êş û kesera mexdûrên qirqirinê lazim e alîkarî bê dayîn û ew sozên berê hatibûn dayîn bi cih bên.

Salih destnîşan kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê bajêr îhmal dike û xwest ku bila heqê xwîna kesên di êrîşê da hatine kuştin jî bê dayîn.

Li Helepçeyê di merasimên bibîranînê yên salên borî dihatin kirin da esnafên li bajêr dikanên xwe digirtin lê îsal ji ber ku li hikûmetê hêrs bûne û veberhênerî nehatiye kirin, dikanên xwe vekirî hiştin.

Hejmara beşdarvanên merasimên bîranînê kêm bû û vê jî bal kişand.

- Li Hewlêr û Silêmaniyeyê merasima rêzgirtinê

Li bajarên wek Hewlêr, Silêmaniye û Duhokê jî welatiyan di saet 10.55an a ku bombe di wê saetê da hatibûn avêtin li piya sekinîn û rêz girtin.

Di şanoya li kela dîrokî ya Hewlêrê hat lîstin da jî wextê ku bombe hatibûn avêtin û tiştên qewimîbûn hatin nîşandan. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadiyê ku şano temaşe kir got ku ew êş û kesera Helepçeyê hê jî di nav dil û cegera xwe da hîstin û ji bîr nekirine.

Li kolana herî qelebalix a Silêmaniyeyê jî bi piştgiriya Midûriyeta Çand û Tûrîzmê va pêşaneya bandoyê hat kirin.

- Qetlîama Helepçeyê

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîrokî û herêmî hatin sitandin, Qetlîama Helepçeyê di şerê Îran-Iraqê ya ku bi qasî 8 salan berdewam kir de wek merhaleya dawîn a "Herekata Enfalê" ya ku Sedam Huseyînê serokê wê heyamê li hember kurdan dabû destpêkirin, qewimî. Sedam Huseyîn gelê Helepçeyê di şer de bi piştgirîdayîn Îranê sûcdar kir û emr da ku ew bên bombebarankirin. Li ser vî emrî di 16ê Adara 1988an de balafirên ku hatin Helepçeyê bombeyên gazê reşandin li ser gel. Di êrîşê de 5 hezar kes mirin û ji 7 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Bi hezaran kes jî ji Helepçeyê reviyan û xwe sipartin Îran û Tirkiyeyê. Di dema vê revê de bi sedan mirov mirin. Pişt re di 19ê Tebaxê de di navbera Îran û Iraqê de agirbest hat îmzekirin. 5 roj piştî peymanê artêşa Iraqê Helepçe paş ve sitand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.