22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Ashton Carter da zanîn ku di prensîbê de li hev kirin ku Tirkiye beşdarî operasyona ji destê DEAŞê rizgarkirina Mûsilê bibe.
Carter piştî ku li Enqereyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Fikrî Işik re hevdîtin kir ji rojnamevanên ku pê re seyahat dikin re eşkere kir ku di mijara ku Tirkiye beşdarî operasyona ji destê DEAŞê rizgarkirina Mûsila bajarê Iraqê bibin de li hev kirin.
Carter got ku divê Tirkiye di ji destê DEAŞa rêxistina terorê rizgarkirina Mûsila li bakurê Iraqê de cî bigire û diyar kir ku lê belê der heqê vê mijarê de biryara dawîn a birêvebiriya Iraqê ye.
Carter got ku "Em xwe dispêrin axaftinên ku em dikin, ez gelek bawer im ku hemû van fizîbîlîteyan bi awayekî ku hesasiyet nîşanê hesasiyetên hemû aliyan bidin, li serê bisekinin. Carter qal kir ku rola Tirkiyeyê ya li herêmê dîrokî ye û wek hewcedariya vê yekê dê hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê di têkoşîna dijî DEAŞê de rol bilîze.
Carter da zanîn wisa bawer dike ku Tirkiye dê di şer de gelek tiştên baş bike û wiha axivî: "Iraq haj pê heye ku Tirkiye endamekî koalîsyona dijî DEAŞê ye û dê di operasyonên têkoşîna dijî DEAŞê de ya li Iraqê de rol bilîze. Her wiha Tirkiye ji ber ku cîranê herêma Mûsilê ye bi encama nîhaî a operasyona li Mûsilê re eleqedar dibe."
Rayedarekî Wezareta Parastina DYAyê yê payebilind ê nedixwest ku navê wî bê eşkerekirin got ku DYA hêvî dike ku hefteya bê di navbera Tirkiye û Iraqê de hevdîtinekî eyar bike û got ku Tirkiye dikare ku di mijarên mirovahiyê û arîkariya tibî û mijarên din ên ku eskerî nînin de piştgirî bide Iraqê.