Önder Beyter
08 Mijdar 2020•Rojanekirin: 08 Mijdar 2020
Alîkarê Yekemîn ê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangîrî bangî Joe Biden ku li Amerîkayê di hilbijartinên serokatiyê da bi ser ket, kir ku vegere ser peymana nukleerê.
Cîhangîrî ji ser hesabê xwe yê Twitterê bi minasebeta serkeftina namzedê Demokrat Joe Biden a di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê da daxuyanî da.
Cîhangîrî da bibîrxistin ku piştî hilbijartina ku li Amerîkayê hat kirin, serdema Donald Trump û tîma wî ha "şerxwaz" bi dawî bû û wiha got, "Vekişîna ji peymanên navneteweyî yên li ser hawirdorê, astengkirinên dijî Îranê û nijadperestî, taybetiyên siyaseta Trump bûn."
Cîhangîrî diyar kir ku ew ê bidestnexistina dermanan a ji ber ambargoya li dijî Îranê, pirsgirêka debarê û kuştina Qasim Silêmanî ji bîr nekin û her wiha li ser rêveberiya Biden jî wiha diyar kir, "Ez hêvîdar im ku siyaseta texrîbkar a Amerîkayê dê biguhere. Hêviya min ew e ku Amerîka pabendî qanûnan bibe, vegere ser peymanên navneteweyî û rêzê nîşanî gelan bide."