KATMANDU
Jimara kesên ku di erdhejê de mirin derket 7 hezar û 696 kesî.
Li Nepala ku duyemîn erdheja mezin a dîroka welêt qewimî xebatên lêgerîn û xilaskirinê qediyan lê xebatên saziyên arîkariyê yên navneteweyî berdewam dikin.
Ekîbên ku bi destê maseya qeyranê ya ku li Navenda Xaça Sor a Nepalê ya li paytext Katmanduyê hatin avakirin û Federasyona Xaça Sor - Heyva Sor a Navneteweyî ve hatin kordînekirin, hewl didin ku arîkariyên di destê xwe de bigihînin gundên çiyayî yên ku gelekî zirar dîtin.
Li gor daneyên serokatiyên herêman ên Xaça Sor a Nepalê û hikûmeta Nepalê jî jimara miriyên erdhejê 7 hezar û 696, a birîndaran jî wekî 16 hezar û 727 kes hat nûkirin. Li gor heman daneyan hat diyarkirin ku jimara kesên ku piştî erdhejê winda bûn 452 kes e, 649 hezar û 798 kes jî mecbûr man ku koçî cihekî din bikin. Di erdhejê de 502 hezar û 708 mal bi temamî xira bûn, li tevahiya welêt jimara kesên ku di bin tesîra erdhejê de man jî wek milyonek û 91 hezar û 19 hat eşkerekirin.
Di erdhejê de bi taybetî piraniya malên li quntara Çiyayê Hîmalayayê xira bûn. Herêma ku herî zêde di bin tesîra erdhejê de ma herêma Sîndîpalçokê ye. Li Sîndîpalçoka li sînorê Çînê 2 hezar û 939 kes mirin, hezar û 824 kes jî birîndar bûn.
- Gel bi derfetên xwe xirabeyan radike
Li herêma Bakthapûra ku 20 kîlometro nêzî paytext Katmanduyê ye, gel cihên ku ekîbên rakirinê kêm in bi derfetên xwe hewl didin ku xirabeyan paqij bikin.
Tê dîtin ku hin malbatên ku malên wan bi temamî xira bûne jî li mabedan dijîn.
- Gundên çiyayî hê jî li benda arîkariyê ne
Ji aliyê din ve gelê herêmên ku li cihên bilind ên quntara Çiyayên Hîmalayayê dijîn jî hê li benda arîkariyê ne. Bi firokeyan xwe gihandin gelek gundan lê digel vê yekê ji ber dijwariya şertên eraziyê zehmetiyê dikşînin ku bi rêbejê arîkariyan bibin.