PARÎS
Hilbijêrên welatiyên Tirkiyeyê yên ku li Ewropayê dijîn ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriya heyama 25emîn dest bi dengdayînê kirin.
Li Almanya, Fransa, Belçîka, Awistirya, Swîsre û Danîmarkayê hilbijêr bi saeta Tirkiyeyê ji saet 11.00an pê ve dest bi dengdayînê kirin.
Li welatên din ên Ewropayê ên ku dê lê sindoq bên danîn jî dê di rojên beriya me de deng bê dayîn.
Dengdayîn dê li derveyî welêt heta 31ê gulanê berdewam bike û tê payîn ku ji bo hilbijartina giştî ya parlementeriyê li Ewropayê li 57 cihan 2,5 milyon û nîv hilbijêr deng bidin.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) sepana prosedura bi rendavûyê dengdayîna ku di hilbijartina serokomariyê de li nûnertiyên derveyî welêt tetbîq kir, betal kir. LBHyê dîrokên dengdayînê yê derveyî welêt li gor jimara hilbijêrên li welatan diyar kir.
Li gor biryara ku LBHyê da hilbijêr li Almanyayê 13, Fransayê 6, Yewnanistanê 4, Awistirya, Bulxaristan û Swîsreyê 3, Îngilistan, Îtalya, Belçîka, Hollanda, Spanya, Romanya û Ûkraynayê jî li du nûnertiyan dê bikaribin deng bidin. Li welatên din ên li Ewropayê jî dê li nûnertiyekê deng bê dayîn.
- Maweya dengdayînê ya li welatên din ên Ewropayê wiha ye:
Almanya, Awistirya, Belçîka, Danîmarka, Fransa, Swîsreyê di navbera 8-313e gulanê de 24 roj, li Norwêçê di navbera 22-31ê gulanê de 10 roj, li Romanyayê di navbera 28-31ê gulanê de 4 roj, Bulxaristan, Hollanda û Îtalyayê di navbera 29-31ê gulanê de 3 roj, Li Qraliyeta Yekbûyî, Bosna Hersek, Makedonya, Yewnanistanê di navbera 30-31ê gulanê de 2 roj, Arnawûdistan, Komara Çekan, Fînlandiya, Îrlanda, Spanya, Swêd, Kosova, Macaristan, Polonya û Ûkraynayê di 31ê gulanê de rojek.
Li derveyî welêt hilbijêr herî zêde li Almanyayê dijîn. Li Almanyayê milyonek û 404 hezar û 987, li Fransayê 311 hezar û 796 û li Hollandayê 242 hezar û 993 hilbijêr hene.
- Prosedûra dengdayînê
Di dema dengdayînê de dê pisulayên dengdayînê yên ku ji aliyê LBHyê ve bi taybetî hatin çêkirin û serê fîlîgrana "Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê" heye û zerfên rengzerîn ên ku ji aliyê LBHyê ve bi taybetî hatin amadekirin dê bên bikaranîn. Di dengdayînê de dê mohra "tercîh" an jî "erê" bê bikaranîn.
Lijneyên sindoqan ên li derveyî welêt piştî ku dengdayîn qediya dê diyar bike ka çend kesî deng da û zerfa dengan bixe nav telîsan û piştî ku mohr kir dê teslîmê lijneya veşartinê bike. Deng dê li odeyên ewledar bên berhevkirin û roja ku dengdayîn qediya dê li herêmên diyar bên komkirin û pişt re bi balafiran transferê Tirkiyeyê bikin. Lijneyeke cuda ya ku tê de ji her partiyê nûner hene dê dengan bistîne. Dengên ku li derveyî welêt hatin bikaranîn dê di 7ê hezîranê de bigihêjin Tirkiyeyê û bi dengên nav welêt re bên jimartin û eşkerekirin.
- Li derveyî welêt 2 milyon û 848 hezar û 652 hilbijêr hene
Li derveyî welêt cihên ku serjimara welatiyên Tirkiyeyê di bin 500î de ne dê deng neyê dayîn û ji ber vê yekê ji 2 milyon û 866 hezar û 940 hilbijêrên qeydkirî 2 milyon û 848 hezar û 652 kes dê bikaribin deng bidin. 18 hezar û 288 kesên ku li 89 nûnertiyan qeydkirîne dê nekarin deng bidin.
- Almanya
Milyonek û 404 hezar û 987 hilbijêrên li Almanyayê dê li cihên ku serbalyozxaneyên Berlîn, Franfurkt, Hamburg, Hannover, Koln, Dussedorf, Munîh, Maînz, Nurnberg, Stuttgart, Karlsruhe, Essen û Munsterê diyar kirin, dengê xwe bidin.
Li hemû Almanyayê dengdayîn heta 31ê gulanê dê bi saeta Tirkiyeyê di navbera 11.00 û 20.00an de bê kirin.
- Fransa
311 hezar û 796 hilbijêrên li Fransayê dê li serqonsolosxaneyên li Parîs, Strasbourg, Marsîlya, Lyon, Nant û Bordoyê di ji îro ve heta 31ê gulanê bikarin deng bidin.
Dengdayîn heta 31ê gulanê dê bi saeta Tirkiyeyê di navbera 11.00 û 20.00an de bê kirin.
- Belçîka
131 hezar hilbijêrên qeydkirî yên li Belçîkayê jî dest bi dengdayîna hilbijartina giştî ya parlementeriyê kirin. Hilbijêr li sê sindoqên ku li serqonsolosxaneyên Bruksel û Anversêhatine danîn dê heta 31ê gulanê bi saeta Tirkiyeyê di navbera 11.00 û 20.00î de bên kirin.
- Awistirya
Li Awistiryayê jimara hilbijêrên qeydkirî 107 hezar e. Li Wiyana, Salzburg û Bregenzê tevahî 8 sindoq hatin danîn. Li Awistiryayê hilbijartin ji îro pê ve heta 31ê gulanê berdewam bike û bi saeta Tirkiyeyê dê di navbera saet 11.00 û 20.00î de bê kirin.
- Swîsre
Li Swîsreyê 91 hezar û 647 hilbijêr dê deng bidin. Hilbijêr dê ji îro pê ve heta 31ê gulanê bi saeta Tirkiyeyê di navbera saet 11.00 û 20.00î de bikarin deng bidin.