ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu, di Civîna Hevdunasînê ya Namzedên Parlementer ên Jin a AK Partiyê ya ku li navenda Giştî ya AK Partiyê hat lidarxistin de axivî.
Davutoglu wiha got: "Bila baş bê zanîn ku heke jin li sindoqan xwedî derbikevin, ew ê kes nikaribe manîpulasyonê bike. Bila jin zanibin ku heke jin li demokrasiyê xwedî derbikevin dê tu kes nikaribe demokrasiyê têxe kemînan."
Davutoglu wiha axivî: "Em hemû bi hev du re ji pêvajoyeke xirab re derbasbûn" û wiha pê ve çû: "Jinên me di civaka Tirkan de, di demokrasiya me de, di jiyana me ya sosyal de bi hêsanî nebûn xwedî mafan. Pirê caran jî bêyî piştgiriya mêran, bi tena serê xwe hewl didin. Divê di civaka me de jin li derveyî jiyana sosyal nemînin û neyên pasîfîzekirin. Divê jin, di jiyana sosyal de, di nav mekanîzmayên biryardayînê de zêdetir aktîf bin. Ev nayê wê wateyê ku jin ji jiyana malbatî diqetin."
- Dê pêşî jin ser piyê xwe bisekinin
Davutoglu wiha got: "Ew kesên ku hewldidan, di odeyên qanîkirinê de ku fikr û ramanên jinan biguherînin, niha di meclisê de nînin. Jinên ku liyaq in jî îro di meclisê de ne û di nav damezrînerên Tirkiyeya nû de cih digrin."
Davutoglu wiha axivî: "Li Tikiyeyê, divê di serî de jin li hemberî kesên ku aştiya welêt dikin xetereyê, îstîqrara welêt xirab dikin û ji bo bûyerên terorî teşvîq dikin, bisekinin."
Ahmet Davutoglu wiha got: "Di van demên krîtîk de, divê parlementerên me yên jin ên bajarên rojava herin, bajarên rojhilat cem dayikan, dayikan ziyaret bikin. Bila parlementerên me yên jin ên li bajarên rojhilat jî herin bajarên rojava û dayikên şehidan ziyaret bikin. Û bila hev du ji nêz ve bibînin fêm bikin ku dayik li ku derê welêt dibin bila bibin, dilên wan yek e. Pêkan nîne ku mirov dilê dayikên ku zarokên wan mirine û di dilê wan de êşa zarokên wan heye, ji hev du biqetîne. Ev hevdîtin û nêzikbûn dê ji hezar axaftinên me bi hêztir û bi bandortir be. Heke hûn li bajarê rojava parlementer bin divê hûn herin Diyarbekirê, heke hûn li bajarên rojhilat parlementer bin divê hûn herin rojava. Ev nêzîkbûn û hevdîtin dê ji hemû axaftina zêdetir bandorê li civakê bike. Em nîşan bidin ku li hemû herêman dayik û jin milên xwe didin hev du.