Fatih Gazioğlu
26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
BEXDA
Li Bexdayê rêya 30 santêm ya ku di nav xaniyên 90 salî dimîne li paytextê Iraqê 'kûçeya herî teng' tê zanîn.
Kûçeya herî teng a li Bexdeyê li herêma Kesreyê ye û dirêjehiya wê nêzî 70 mîtroyê ye. Ji ber tengbûna kûçeyê gelê vê derê dibêjin di meneya 'kûçeya teng' dibêjin derbûne.

Li ser kûçeyê 8 xanî hene û piraniya wan jî malbatên feqîr in. Xanî bi giştî kevin in û piçûk in û tesîrê li ser jiyana wan a rojane dike. Tu wesayît nikarin bikevin vê kûçeyê û welatî exlêbe tiştên ku ji bazarê dikêrin bi bêsqilêt an jî erebeyên bidestan tînin û dibin.

Ji welatiyan Yasîr Mutaşar daxuniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ew ev 35 sale li vê kûçeyê dije. Mutaşar wiha got:
"Em ji ber tengbûna kûçeyê nikarin tiştekî mezin bibin malên xwe. Rojên derbas bûyî min makineyeke cilan kirî lê me neşiya bibine malê. Paşê ez mecbûr mam û min makîneya xwe firot."

Ebu Evdilahê welatî jî got ku ew ji ber vê kûçeyê nikarin cinazeyên xwe rakin. Evdillah wiha axivî:
"Ev kûçêyeke nêzî 90 salî ye. Gava ku yek dimire em cinazeyê wan li ser banan dişînine kûçeya din û ji wê derê em dibine goristanê."