Serokwezîrê Iraqê Îbadî li ser peymana neftê ya navbera Bexda û Hewlêrê sekinî û got ku hewce nake ev peyman bê veşartin, rêvebiriya herêmê sozê neftê da, lê neft teslîm nekir.
Îbadî bi nûnerên têlevîzyonan re li avahiya Serokwezîriyê hat bal hev û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Îbadî hejmara leşkerên Amerîkayê yên ku li Iraqê ne eşkere kir û got ku îdiayên dibêjin ji hewa ve destekê didin DÎŞIyê ne rast in. Îbadî got: "Hejmara personelên Amerîkayê yên ku li Iraqê ne, 2 hezar û 200 kes in" û wiha pê de çû: "Tê îdiakirin ku hêzên koalîsyonê yên ku Amerîka pêşengtiya wan dike ji hewa ve alîkariya malzemeyên leşkerî dan DÎŞIyê. Ev îdia ne rast in. Ez bixwe mijarê dişopînim. Ev îdia derew in û ji bo xizmeta hin hedefên eşkere hatine organîzekirin."
- Qeyrana aboriya Iraqê
Îbadî got ku rewşa aboriya Iraqê ne baş e û wiha dewam kir: "Em bi quweta xwe ve ji gel re xizmetê dikin û li dijî terorê şer dikin."
Îbadî li ser peymana neftê ya navbera Bexda û Hewlêrê sekinî û got ku hewce nake ev peyman bê veşartin, rêvebiriya herêmê sozê neftê da, lê neft teslîm nekir. Îbadî wiha axivî:
"Min bihîst ku wan gotiye ku hikûmet li ser soza xwe nesekiniye, ew li ser soza xwe sekinîne. Ev ne rast e, hikûmet li ser soza xwe sekinî. Heke te (herêma Kurdistanê) neft ji hikûmetê re neşandibe, em ê çawa pera ji te re bişînin. Li gor budçeyê tu yê neftê teslîm bikî para xwe bistînî. Heke te neft hindik şandibe, çi qas para te ketibe tu yê ew qas hildî. Lewra dahata me wekî din tuneye. Rêvebiriya herêmê li gor bihayê neftê yê berê parê dixwaze, ev jî ne pêkan e. Ez serokwezîrê hemû Iraqê me. Ez mecbûr im ku Duhok û Besrayê wek hev bigrim."