22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
OTTAWA
Wezîrê Welatî û Penaberiyê Ehmed Hussen ragihand ku heta dawiya salê hejmara êzdiyên ku bên qebûlkirin dê bigihêje hezar û 200 kesan.
Hussen di civîna parlamentoyê ya li paytext Ottowayê axivî û diyar kir ku heta niha 400 êzdî girtine Kanadayê.
Hussen got ku bi destûra Hikûmeta Iraqê û Rêvebirina Herêma Kurdistanê heta dawiya salê bi sponsorya Kanadayê 800 êzdiyên din jî dê derbasî Kanadayê bikin. Hussen wiha dewam kir: "Êzdî li gorî penaberên dinê zêdetir travma derbas kirine û pediviyên wan zêde ne. Êzdiyên ku anîne Kanadayê travmayên fizîkî, pskolojîk û sosyoljîk derbas kirine."
Her wiha Hussen got ku ji bo pediviyên êzdiyan dê bi rêvebirinên herêmî hevpar bixebitin û çi lazim bike dê bi cih bînin.
Hussen ragihand ku sala çûyî di meha cotmehê de ji parlementoyê biryara hevpar derket û jin û keçên êzdî girtibûn Kanadeyê.