TORONTO
Zûnare Îshaq a ku bi eslê xwe ji Pakistanê ye Dewleta Kanadayê da mehkemê lewra Îshaq ji ber ku "rûbixêlî" bû nehîştin sonda hemwelatîbûnê bixwe.
Parêzerên Îshaqê ev tiştê li hember miwekîla wan hatiye kirin, li dijî Beyannameya Mafên Mirovan û Makezagona Kanadayê dîtin.
Di daxuyaniya xwe de parêzeran diyar kir ku ev sepandin bi destê Jason Kenneyê ku berê Wezîrê Penaber û Koçberiyê yê Kanadayê bû ve hat kirin û vê kirina hanê jî fikr û ramanên wî wezîrî nîşan dide.
Parêzeran destnîşan kir ku li gor baweriya Îslamê û misilmanan rûbixêlîkirin pêwîstiyek e. Jinên ku bixwazin rûbixêlî bigerin jî divê azad bin.
Wezîrê berê Jason Kenney jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê xwe parast.