Muhammet Kurşun
05 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
BRUKSEL
Entamtiya Karadagê bo NATOyê îro bi awayekî resmî dest pê kir.
Ji bo endamtiya Karadagê ku 29emîn emdana Îttifaqê ye, dê li qerargeha NATOyê ya Brukselê merasim were lidarxistin.
Dê Serokwezîrê Karadagê Dusko Markovic û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî beşdarî merasimê bibin. Dê alaya Karadagê jî li kêleka dewletên muttefiq were zêdekirin.
Têkiliyên Karadag û Rûsyayê ji aliyê dîplomatîk, tarîxî, dînî û çandî hene.
Rûsyayê ragihandibû ku ew li dijî endamtiyê ye.