Mücahit Aydemir
21 Hezîran 2023•Rojanekirin: 22 Hezîran 2023
Keçika 15 salî ya li Cenîna bajarê Şerîaya Rojava ya dagirkirî ji ber êrîşa artêşa Îsraîlê birîndar bû, mir.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat diyarkirin Sedil Nagnagiyyeya 15 salî ku li Cenîna bajarê li bakurê Şerîaya Rojava di 19ê Hezîranê da ji ber êrîşa eskerên Îsraîlê giran birîndar bû, mir.
Hejmara Filistiniyên ji ber êrîşê mirine 2 jê zarok derket 7an.
Artêşa Îsraîlê roja duşemê bi firokeyên "Apache"yê êrîş biribû ser Cenînê û ji ber êrîşê yek jê zarok 6 Filistînî hatibûn kuştibûn û herî kêm 66 Filistînî birîndar bûbûn.
Di pevçûnê da 7 eskerên Îsraîlê jî birîndar bûbûn.
Ji serê salê vir va li Şerîaya Rojava ya dagirkirî û Şerîda Xezeyê ya dorpêçkirî ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistiniyên hatine kuştin derket 174an.