Haydar Şahin
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo ku Amerîka, Îngiltere û Fransayê êrîşî tesîsên sîlahên kîmyayî yên rejima Sûriyeyê kirin îro ecele dicive.
Konseya Ewlehiyê ya NYyê li ser daxwaza Rûsyayê li gor saeta herêmî di saet 11.00î da (li gor saeta Tirkiyeyê 18.00) ewê bicive.
Hatibû ragihandin ku Amerîka, Îngiltere û Fransayê di çarçoveya êrîşa li dijî rejima Esed da li navenda lêkolîna sîlahên bijehrî ya li nêzî Şamê, depoya sîlahan a li rojavayê Humsê û navenda fermandariya sîlahan xistin.