Haydar Şahin
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
LONDRA
Theresa Maya Serokwezîra Îngiltereyê ji bo operasyona Amerîka, Îngiltere û Fransayê birin ser sîlahên kîmyayî yên rejima Esed got, "Me bi mitefîqên xwe yên herî nêz ra li hev kir ku herekat meşrû û rast e."
Mayê di civîna çapemeniyê ya li Serokwezîriyê da diyar kir ku 4 tornadoyên teyareyên şer ên Îngiltereyê bi herekata hevpar a bi Amerîka û Fransayê êrîşî tesîsên leşkerî yê 25 kîlomêtre li rojavayê Humsê xistin.
Mayê destnîşan kir ku hedefa hat lêxistin depoya sîlahên kîmyayî ya rejima Sûriyeyê bû û wiha pê da çû: "Nirxandina serkeftina lêxistinê hê dewam dike lêbelê em ji serketîbûna wê bawer in."
Mayê got hedefa herekatê ew e ku kapasîteya sîlahên bijehrî yên welêt were kêmkirin û rejima Sûriyeyê dev ji bikaranîna van sîlahan berde û wiha axivî: "Me bi mitefîqên xwe yên herî nêz ra li hev kir ku herekat meşrû û rast e."
- Rûsya li ser soza xwe nesekinî
Mayê bi bîr xist ku di sicîla rejima Sûriyeyê da êrîşên wiha hene, herî dawîn li Dûmayê 75 kes hatin kuştin û wiha pê da çû: Lêbelê hewlên me hem li qadê hem jî li Neteweyên Yekbûyî bêencam man."
Mayê diyar kir ku li dijî Sûriyeyê hemû rêyên mimkun ên dîplomatîk ceribandin lêbelê encamek bi dest neket.
Maya Serokwezîr bi bîr xist ku rejimê di tebaxa 2013an da li rojhilatê Şamê xaza sarînê bi kar anî li ser vê Rûsyayê soz da ku ew ê bernameya sîlahên bijehrî ya Sûriyeyê tesfîye bike lêbelê li ser soza xwe nesekinî.
- Biryara bikaranîna quwetê
Mayê got biryar dan ku xebatên dîplomatîk wekî berê ew ê di pêşerojê da jî encamê nedin, di civîna kabîneyê ya pêr da tawsiyeyên burokrasiya ewlekariya welêt jî hildan û piştî vê jî biryara li Sûriyeyê "bikaranîna quwetê" dan.
Mayê got, "Ev nayê wê meneyê ku midaxeleyî şerê navxweyî dikin an jî rejimê diguherînin."