WASHINGTON
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry der barê bûyerên Ukraynayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Serokwezîrê Ukraynayê Arseniy Yatsenyûk re bi têlefonê axivî.
Li gor agahiyên ku berpirsiyarekî da, di hevdîtinê de Kerry li ser pirsgirêk û aloziyên Ukraynayê sekinî. Kerry got ku divê ev pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk bên çareserkirin. Kerry û Lavrov di vê mijarê de li hev kirin.
Kerry ji Yatsenyûk re got ku divê DYA û civaka navneteweyî geşedanên li Ukraynayê bi awayekî rêkûpêk bişopîne û li gor rewşê tevbigere.