12 Sibat 2016•Rojanekirin: 13 Sibat 2016
MUNÎH
Di hevdîtinên Sûriyeyê yên ku di pêşîkêşiya DYA û Rûsyayê de hatin kirin ji bo li seranserê welêt di nav hefteyekê de "tundî bê rawestandin" û ji herêmên ku di bin dorpêçiyê de ne re jî alîkariya mirovahiyê bê şandin lihevkirin pêk hat.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry piştî hevdîtinên "Koma Piştgirên Sûriyê ya Navneteweyî" ku bi pêşîkêşiya DYA û Rûsyayê û bi beşdarbûna 17 welatên Erebistana Siûdî, Îran û Tirkiye jî di nav de bûn bi dawî bû daxuyanî da got: "Di mijara rawestandina tundiyê ya ku li çar aliyê welêt heye ji bo di nav hefteyekê de bê rawestandin me li hev kir."
Kerry tevlî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Nunerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra re di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî û got: "Ji bo rawestandina tundiyê biryar hat dayîn ku di bin banê NYyê de wê komeke wezifeyê ya ku DYA û Rûsyayê wê hevserokatiya wê bikin bê avakirin. Me di vê mijarê de li hev kir. Ev kom hefteya pêş me ji bo rawestandina tundî û êrîşan wê xebatên berfireh bikin û dest bi kar bikin."
Di civîna ku li Munîhê hat kirin de 17 welat cih girtin û di civînê de di şûna peyva "agirbest"ê de peyva "rawestandina tundiyê" hat bikaranîn û li ser pirsa rojnamegerekî Kerry jî diyar kir ku peyva agirbestê di qada hiqûqî de xwediyê meneyeke berfirehe û ji ber ku hin welatên beşdarî civînê bûn ew qebûl nekirin rawestandina tundiyê hat tercîhkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov jî destnîşan kir ku biryarên di civînê de hatin dayîn rêxistinên terorê yên wek DAEŞê eleqedar nake û wiha pê de çû: "Ev peyman DAEŞ û El Nûsraya ku ji hêla Konseya Ewlehiyê ya NYyê ve jî wek rêxistinên terorê tên hesibandin eleqedar nake û ji bo komên din wê di rewacê de be. Ji ber vê jî hêzên me yên hewayî têkoşîna xwe ya li hemberî van rêxistinan wê bidomînin."