Haydar Şahin
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
LONDRA
Derkete holê ku HMS Queen Elizabetha keştiya teyareyan a Îngiltereyê ya ku 3 milyar sterlînî digre ji ber xetaya li rexê mîlê perwaneyê avê hildide.
Artêşa behrê ya Îngiltereyê diyar kir ji ber ku ji rexê mîlê perwaneyê ra av li HMS Queen Elizabethê dizê ew ê navbera bidin xebatên ceribandinê û keştiyê hildin temîratê.
Li gor xeberên ku di çapemeniya Îngiltereyê da hatin weşandin, pirsgirêka di keştiya ku meha hezîranê berî ser avê dabûn da ji bo artêşa behrê rûreşî ye.
Theresa Maya Serokwezîr ji bo HMS Queen Elizabetha keştiya herî mezin a ku li Îngiltereyê hat çêkirin, dirêjahiya wê 280 mêtre û giraniya wê 65 hezar ton e gotibû "Nîşana miletekî behrevan a mezin e."
Mayê gotibû keştiya teyareyan hêza dîzayn û avakirinê ya welêt nîşan dide.
Di çêkirina keştiya teyareyan da kêmzêde 10 hezar kes xebitîn û maliyeta wê jî kêmzêde 3 milyar sterlîn girt. Di 26ê hezarînê da keştî ji Tersaneya Rosythê berî ser avê dabûn. Keştiya HMS Queen Elizabethê dikare 700 personel, 26 teyareyên F-35 û 4 firokeyan hilde. Pîlan dikirin ku ji sala 2018an pê va dest bi firînên ji teyareyê bikin.
Hedef ew e ku di sala 2023yan da keştiya HMS Queen Elizabethê bi qapasîteya tam xizmetê bide. Çêkirina HMS Prînce of Walesa ku ew ê bibe keştiya tereyan a duduyan ya Îngiltereyê jî hê dewam dike.
- Keştiya teyareyan a dawîn wek xurde firotibû Tirkiyeyê
Di halê hazirî da keştiya teyareyan a artêşa behrê ya Îngiltereyê tune, HMS Illustîousa keştiya teyareyan parçeparçeyî kiribûn û firotibûn Tirkiyeyê.