İbrahim Atmaca,Önder Beyter
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin ku li ser rûyê dinyayê 258 milyon penaberên ku ji welatê xwe qetiyane û li welatên din dijîn hene.
Neteweyên Yekbûyî seba Roja Koça Navneteweyî raporek weşand û li gor raporê hejmara penaberan ji sala 2000î vir va ji sedî 49 zêde bû û di 2017an da derket 258 milyonan. Ji van penaberan 49,8 milyon penaber (ji sedî 19ê wan) li Amerîkayê dijîn.
Li gor raporê pey Amerîkayê ra Erebistana Siûdî, Almanya û Rûsya tê. Di rêza 5emîn da Îngiltere heye. Ji sedî 64ê penaberan ango nêzî 165 milyon penaberên navneteweyî li welatên dewlemend dijîn.
Neteweyên Yekbûyî bal kişand ku di sala 2017an da ji sisêyan du penaberên navneteweyî tenê li 20 welatan dijîn, penaber li Amerîakaya Bakur û Okyanûsyayê nifûs zêde kirin û li Ewropayê penaber nebin nifûsê kêm bibe.
Penaber di navbera salên 2000-2015an da ji sedî 42 nifûsa Amerîkaya Bakur zêde kir, li Okyanûsyayê jî ji sedî 31 zêde kir.
- Jê 26 milyon penaber an jî koçber in
Li gorî raporê, di 2017an da ji penaberên navneteweyî jê 26 milyon (jê ji sedî 10) penaber an jî koçber in.
Welatên ku dahata wan pir zêde ye, mazûvaniya piraniya penaberên navneteweyî dikin. Herwiha ji penaber û koçberan jê 22 milyon li welatên ku dahata wan navînî û hindik e tên hebandin.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku sisê ji çaran (jê ji sedî 74) penaberên navneteweyî 20 an jî 64 salî ne, navîniya emrê wan jî 39,2 ye.
- Jê ji sedî 48,4 jî jin in
Hat diyarkirin ku ji sala 2017an pê va ji sedî 48,4ê penaberên navneteweyî jin in û herwiha penaberên jin, Afrîka û Asya ne tê da li hemû ciyên mayîn ên dinyayê ji mêran zêdetir in.