Önder Beyter
27 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
SEUL
Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in diyar kir ku Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un pabendî zîrveya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra û "bi temamî jinavbirina nukleerê li Nîvegirava Koreyê" ye.
Moonê ku duh li Panmunjomê bi Kim ra hat cem hev, îro daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku Kim di hevdîtinê da soza xwe ya jinavbirina nukleerê piştrast kir.
Moon bal kişand ku hevdîtin li ser daxwaza lîderê Koreya Bakur çêbû û herwiha diyar kir ku hewesa Kim heye ku zîrveyeke serkeftî ligel Amerîkayê were encamdan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku mizakereyên ji bo zîrveya potansiyel a ligel lîderê Koreya Bakur baş dimeşin.
Trump di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku hê jî ew serê xwe bi zîrveya 12ê Hezîranê ya li Sîngapurê diêşînin û wiha got, "Niyetên saf û qenc hene. Tiştekî pir baş û newaze ye ku Nîvegirava Koreyê ji nukleerê were paqijkirin."
Trump ji xeynî vê jî diyar kir ku hevdîtinên Moon û Kim bi baş dewam dikin.