Ömer Koparan
25 Tebax 2022•Rojanekirin: 26 Tebax 2022
Li bajarê Dêrezorê ku dikeve rojhilata Sûriyeyê bi roketan êrîşî derdora qada xazê ya Omer û Kunîkoyê ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne kirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda, li Dêrezorê ji herêmên ku grûbên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan lê ne, bi roketan êrîşî qadên xazê yên Omer û Kunîkoyê kirin. Li herêmên ku êrîş kirinê, hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne.
Di êrîşan da li qada xazê tu zayîat çênebû.
Hêzên Amerîkayê top û roket avêtin cihê ku roket jê avêtin.
Axa Dêrezorê ya ku dikeve aliyê rojhilatê Çemê Feratê jî di binê dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku Amerîka piştgiriyê didê da ye. Li navenda bajêr û herêmên din ên çiyayî jî di destê rejima Esed û grûbên ku Îran piştgiriyê dide da ye.
Di demên dawîn da li Dêrezorê cihên Amerîka û grûbên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan da ye, timî rastî êrîşan tên.