ÎSTANBÛL
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a Muxalîfên Sûriyeyê (KŞMS) da zanîn ku dê beşdarî civîna Cenewre-2yê bibe.
Di dengdana rûnitina îro ya Lijneya Giştî ya KNŞMSê de ji 75 endaman 58ê wê gotin "erê" 14 kesan jî gotin "na" û bi vî awayî "biryara beşdariya Konferansa Cenewre-2yê" hat girin.
Lijneya Giştî ya KNŞMSê duh dest pê kir û piştî biryara beşdariya konferansa Cenewre-2yê hat dayîn bi dawî bû. Tê plankirin ku konferansa Cenewre-2yê ji bo armanca çareserkirina mijara Sûriyeyê di 22yê Kanûna Paşîn de li Cenewreyê bê lidarxistin.