ŞAM
Nûçegihanên Anadolu Agencyê çûn Kampa Penaberan a Yermûkê ya li Şama paytexta Sûriyeyê. Kampa Yermûkê ji aliyê hêzên Esed ve hatiye dorpêçkirin û hêzên Esed nahêlin ku xurek û derman bigihêjin kampê. Nûçegihanên AAyê bûn şahidê drama mirovahiyê ya ku li kampê diqewime.
Kampa Penaberan a Yermûkê ji bo filîstiniyên ku di sala 1957an de ji ber zilma Îsraîlê reviyabûn, hatiye çêkirin û bi demê re bi koçên din re jimara kesên wir gihiştibû 600 hezarî. Lê belê sê sal beriya niha li Sûriyeyê şerê navxweyî derket û ev der jî bû hedefa hêzên Esed û koçkirinên ji vir jî dest pê kirin.
Hêzên Esed ewil bi êrîşan xwestin ku çavtirsandinê bidin, lê pişt re kampê dorpêç kirin û nehiştin ku xurek û derman bigihijin wir û jiyana li kampê her ku çû giran bû.
Li Yermûka ku 188 roj beriya niha ji aliyê hêzên Esed ve hat dorpêçkirin, heta niha 49 kes ji birçîna mirin.