ŞANLIÛRFA
Komeke tirkmenên ku ji ber şerê li Iraqê didome reviya hat Akçakaleya navçeya Rihayê.
Komek tirkmenên ku nêzî ji 500 kesî pêk tê ji Telafera bajarê Iraqê ya ku ji hewa û bejayê tê bombekirin reviya, ji ser Sûriyeyê hat sînorê Tirkiyeyê.
Rayedaran tirkmenên ku hatin sînor pêşwazî kirin, muameleyên wan ên li ewlehiyê qedandin, li wesaîtan siwar kirin û şandin Eywana Sporê ya Akçakaleyê.
Tirkmen li vê derê demekê hatin ezimandin û li ser telîmata Qaymeqamê Akçakaleyê Eyup Firat xwarin, betaniye û betaniyeya bi ceyran dan wan.
Piştî ku muameleyên tirkmenan bi dawî bûn ji wan hinek çûn li ba xizmên xwe yên ku li Osmaniyeyê bi cih bûn û berê yên mayî jî dan konbajaran.
Hiseyîn Eliyê Iraqî diyar kir ku piştî Telafer hat bombekirin tevlî xizmên xwe ewilî reviyan Mûsilê, ji wê derê jî derbasî Sûriyeyê bûn û wiha dewam kir: "Em 3 rojan li Reqayê man û bi derfetên xwe hatin sînorê Tirkiyeyê. Me di nav şert û mercên pir zehmet de, tî û birçî rêwîtî kir û xwe gihand sînorê Tirkiyeyê. Li vê derê rayedarên tirk hatin pêşiya me, em ezimandin."