AMMAN
DÎŞIyê pîlotê urdunî Mûaz Safî el-Kesasîbe şewitand û li ser vê jî Urdunê ji milîtanên DÎŞIyê Sacîde el-Rîşawî û Ziyad Kerbûliyê ku di destê wan de bû, îdam kir.
Têlevizyona dewletê ya Urdunê piştî kuştina Kesasîbe diyar kir ku li hemberî vê tevgerê jî Rîşawî û Kerbûlî hatin îdamkirin.
Berdevkê Hikûmeta Urdunê û Wezîrê Berpirsyarê Medyayê Mihemed Mûmanî jî destnîşan kir ku Rişawî û Kerbûliyê bi navê "Ebû Hûzeyfe" tê naskirin di çarçoveya biryara Dadgeha Ewlehiya Dewleta Urdunê de hatin îdamkirin. DÎŞIyê diyar kiribû ku ji bo pîlot serbest bimîne lazim e ku Rişawî û Kerbûliyê ku di destê Urdunê de ne bên berdan.
DÎŞIyê duh êvarê li ser înternetê dîmenê ku tê îdiakirin aîdê pîlot Kesasîbe ye weşand. Di dîmenê de tê dîtin ku kesekî cilê bi rengê tirincî lê ne tê şewitandin.
Li ser van dîmenan hikûmeta Urdunê jî duh êvarê diyar kir ku milîtanên payebilind ên DÎŞIyê û yên El Qaîdeyê yên ku di destê wan de ne wê bên îdamkirin.