DIYARBEKIR
Li Diyarbekirê komxebata "Hevdîtina Alimên Kurdistanê" dest pê kir.
Komxebata ku ji hêla Yekîtiya Medrese û Aliman ( ÎTTÎHAD) ve tê kirin li tesîsekê bi xwendina Qur'anê dest pê kir.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê ÎTTÎHADê Abdussamed Yalçin di destpêka komxebatê de bi kurmancî axivî û diyar kir ku ji herêma Kurdistanê bo alema Îslamê gelek alim perwerde kir û wiha dewam kir: "Li Kurdistanê cahilî li gor dema meriv li qewmên din dinihêre zêde ye. Ez bi xwe bûm şahid ku li herêma me ji fikrên Îslamî zêdetir fikrên marksîst, sosyalîst, laîk û sekuler bi tesîr in. Pirbûna aliman û pirbûna cahilan tiştên ne li hev in."
Ji bilî Tirkiyeyê ji Îran, Iraq û Sûriyeyê jî alim beşdarî komxebatê bûn.