Önder Beyter
19 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2020
Saziya Petrola Neteweyî ya Lîbyayê (NOC) ragihand ku 2 komên çekdarên girêdayî Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt li nêzîkî tesîsên neftê yên li Kendava Sîrteyê bi hev çûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya NOCê da hat diyarkirin ku li herêma Brega ya li rojhilatê di 48 saetên dawîn da di navbera koma çekdar Es-Saîqa (Birûsk) ya girêdayî Hefter û pasevanên tesîsên neftê da pevçûn derketin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku pevçûn çend sed metre dûrî tankên neftê çêbûn, wate van kesan guh neda ewlekariya tesîsên neftê û ya xebatkarên wê.
NOCê bal kişand ser girîniya derxistina şervanên peretî yên Wagnera Ûris û yên Sûriyeyî û her wiha milîsên Cancavîd ên Sûdanî ji tesîsên neftê û bang kir ku ewlekariya herêmên neftê di bin sîwana hêzeke ewlekariyê ya profesyonel, serbixwe û bidîsîplîn da jinûva were rêxistinkirin.