WASHINGTON
Hevserokê Partiya Yekitî ya Demokratîk a Sûriyeyê (PYD) Salih Muslim diyar kir ku li Sûriyeyê di sê mehên dawîn de li dijî kurdan erîş zêdetir bûn û ji ber ku alîkarî ji bo wan nayê jî ew zehmetiyê dikşînin.
Nûnertiya Amerîkayê ya BDPyê li paytext Washîngtonê bi navê "Di Rojhilata Navîn ya Nû de Rola Kurdan" konferansek li dar xist. Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYDê Salih Muslim, Balyozê Ankarayê yê berê yê Amerîkayê James Jeffrey û endamê berê yê Kongreya Amerîkayê Lîncoln Davîs û hin akademîsyenên Amerîkayê beşdarî konferansê bûn.
Hevserokê PYDyê Salih Muslim ji bo runiştina bi navê "Di Rojhilata Diguhere de Kurd" bi video konferansê beşdarî bernameyê bû û diyar kir kurdên Sûriyeyê ji bo ku demokrasî çêbibe dixebitin.
Muslim got ku 'Em dîxwazîn demokrasîyê bîparêzin' û daxuyand ku kurd di rojên dawîn de rastî êrîşan hatin û wiha got: "Bi taybetî ev sê mehin li dijî kurdên li vir êrîş tên kirin. Em bi tena serê xwe xwe diparêzin."
Muslim anî ziman ji bo ku alikariyên navnetewî negîhîje wan ambargo tê kirin û wiha axivî: "Niha tu alîkarî nagîhîje me. Ji bo herêmên ku kurdan kiriye bin kontrola xwe alîkarî nayên. Bi taybetî jî ev pênc mehin em li hemberî ambargoyê mane."
Muslim Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê rexne kir û diyar kir ku koalîsyon hebûna wan qebûl nake.
Serokê Giştî yê BDPyê Selahattîn Demîrtaş jî dê biaxive.