WASHINGTON
Piştî ku li Misrê rêveberiya derbekir mudaxale li qadan kir û li ber çavê hemî dinyayê sivîlên bêguneh kuştin, li her derê dinyayê çalakiyên li dijî vê hovîtiyê hatin kirin.
Amerîkayê jî dabû zanîn ku dê milyarek û 600 milyon dolaran alîkariyê bide Misrê lê piştî mudaxaleyê, Kongreya Amerîkayê bû du perçe. Komek dibêjin bila tevî her tiştî alîkarî bê dayîn lê koma din dibêje divê ev alîkarî neyê dayîn û alîkariyên tên dayîn jî divê demildest bên birîn. Hejmara yên wekî koma duyemîn difikirin, her diçe zêdetir dibe.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derveyî yê Senetoyê Rand Paul got ku niha tanqên ku Misrê ji Amerîkayê kirîne li kolanên Misrê digerin û bi vî awayî ne mumkun e ku Amerîka bikare dilê gelê Misrê xweş bike û wiha dewam kir: "Divê Amerîka alîkariyên dide Misrê demildest bibire."
Endamê Girîng yê Komîteyê Bob Corker got ez bawer dikim ku piştî betlaneyê Kongre dê alîkariyên ku Amerîka dide Misrê ji nû ve binirxîne.
Endamê Komîteyê yê din John McCaînê ku çûbû Misrê jî dest nîşan kir ku divê alîkarî bên birîn û wiha pê de çû: "Heke Amerîka li hemberî vê rewşê bê deng bimîne, dê hemî nirxên xwe bin pê bike."
Senetorê Komarparêz Kelly Ayotte jî diyar kir ku piştî rûdanên dawî divê êdî Amerîka teqez alîkariyên xwe yên dide Misrê bibire.
Endamê Meclisa Nûneran, Misilmanê Demokrasîparêz Keîth Ellîson jî diyar kir ku divê êdî rêveberiya Obama rûdanên li Misrê diqewimE wek 'derbeyê' bi nav bike û alîkariyan jî demildest bibire.
Lê yên ku dibêjin divê alîkarî bidomin jî hene. Endamê Kongreyê Komarparêz Pete King got divê alîkarî neyên birîn lê bên kêmkirin û îdia kir ku heke alîkarî bi temamî bên birîn dê bandor û zexta Amerîkayê ya li ser Misrê kêm bibe û ev jî ji bo pêşerojê baş nîne.