ERBÎL
Civîna Komîteya Amadehiyê duh di saet 10an de li Hewlêrê dest pê kir û di saet 16.30î de qediya. Piştî civînê der barê dîroka kongreyê de agahiyeke diyar nehat dayîn.
Parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Endamê Komîteya Amadehiyê Kemal Kerkûkî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi endamên kombesteyê re di gelek mijaran de li hev kirin. Kerkûkî got ku em ê di 20ê tebaxê de, di civîna ku dê li Hêwana Kongreyê ya Saad Abdullahê bê lidarxistin de, dîroka lidarxistina kongreyê di serî de hemû biryarên ku me dayîne ragihînin raya giştî.
Kerkûkî got ku em ê logoya kongreyê jî di civîna çapemeniyê de nîşanî endamên çapemeniyê bidin û diyar kir ku guhdariya nêrînên hemû partiyan dikin û xebatên xwe didomînin.
Parlementerê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Endamê Kombesteya Amadehiyê Sadî Ahmed Pîre jî diyar kir ku bi nûnerên 39 partiyan re gelek bi pêş ketin û got ku tu pirsgirêk tuneye, raporên 8 komîsyonan amade ne. Gelek faktorên neyinî hene, lê belê hewldanên hemû partiyan yên ji bo civîna kongreyê me gelek kêfxweş dike.
Pîre da zanîn ku ji bo civîna konferansa ku dê weke kongreyê bê lidarxistin û pişt re bibe kesayetiya qanûnî, cihê herî baş Hewlêr e.
Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Tûrk, Parlementera BDPê ya Qersê Mûlkiye Bîrtane, Xafûr Mehmûrî, Endamê TEV-DEVê Aldar Xelîl, Kordînatorê Însiyatifa Azadiyê Adem Ozcaner û hin nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakê yên sivîl beşdarî civîna Komîteya Amadehiyê bûn.