Önder Beyter
03 Îlon 2020•Rojanekirin: 04 Îlon 2020
Konseya Rojnamegerên Kurewî (KRK) bertek nîşan da ku ekîba AAyê ku li Girava Meisê ya Yewnanistanê peywirdar e, ji hêla malpera nijadperest a Yewnan hedef hat nîşandan û wiha daxuyand, "Eşkere ye ev nûçe bi destê peywirdarên Yewnan bo vê malpera nûçeyan a diyar e dijminê Tirkiyeyê ye hatiye servîskirin. Lewma em vê nûçeyê û bi tehdîd û teşhîrê ra hedefnîşandina mensûbên çapemeniyê şermezar dikin."
KRKyê li ser mijara ku ekîba AAyê ji bo xebata nûçeyê çû Girava Meisê ya Yewnanistanê, lê ji ser malpereke Yewnan a nijadperest a dijminê Tirkiyeyê bi sîxuriyê hat tawanbarkirin û tehdîdkirin, daxuyaniya nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ekîba AAyê ji Atînayê bi balafirê çû Rodosê û ji wir jî bi rêya behrê derbasî Meisê bû û wiha hat gotin:
"Piştî ku ekîba AAyê gihişt Girava Meisê û çend saet şûnda malpera Yewnan a nijadperest a dijî Tirkiyeyê, Turkikanea.gr metnekî provokatîf weşand. Di metnê da îfadeyên tûjkirinê yên wekî 'Em çima destûrê didin ku ajanên MÎTê yên welatiyên Tirk biçin Meisê? Me çima îzin da wan ku biçin giravê? Ma em dizanin ka ev ajanên MÎTê dixwazin çi bikin? Em hêvîdar in peywirdar çi pêwîst dike dê bikin!' hatin emilandin."
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku wêneya rûpela nasnameya pasaportê Nûnerê AAyê li Atînayê Tevfik Durul ku bi tenê li cem meqamên Yewnan e, di malpera nijadperest da hat parvekirin û wiha hat gotin, "Em li bendê ne ku meqamên Yewnan daxuyaniyê bidin ka malpera nijadperest ew agahî çawa bi dest xist. Eşkere ye ev nûçe bi destê peywirdarên Yewnan bo vê malpera nûçeyan a diyar e dijminê Tirkiyeyê ye hatiye servîskirin. Lewma em vê nûçeyê û bi tehdîd û teşhîrê ra hedefnîşandina mensûbên çapemeniyê şermezar dikin."