23 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
MUŞ
Rûspiyên ku li Mûşê dijîn li hember bûyerên terorê yên ku di heyama dawîn de çêbûn, bertek nîşan dan û ev bûyer şermezar kirin.
Rûspiyan daxuyandin ku piştî hewldana derbeya FETOyê êrîşên PKKê jî dest pê kirine û divê hemû civak li hember van êrîşan dengê xwe bilind bikin.
Rûspiyê eşîra Bîdîriyan Hikmet Karayil bertek nîşanî êrîşan da û wiha axivî: "Em li hember hemû terorê ne. Ji bo ku li Tirkiyeyê yekîtî û hevrabûn pêk bê divê her kes li hember bûyerên terorê heman bertekê nîşan bide. Endamên FETOyê 40 salan hemû derfetên dewletê xebitandin, di saziyên stratejîk de bi cih bûn. Dema ev tişt kirin jî mafên mirovan û heqê milet xwarin. Hewldana derbeyê bi saya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, hêzên ewlehiyê û serxwebûna gel ve hat astengkirin. Vê rexistinê xwe "dîndar" nîşan da û li ser pişta gel gelek derfet bi dest xist. Ji ber ku nimêj dikirin û rojî digirtin gelek kesan eleqe nîşanî wan dida. Lê niha malbatên wan jî ji wan xwedî dernakevin. Gelê tirk cihê gorê jî nade wan. Bi rastî jî xirabiyeke mezin ji bo welat difikirîn."
Karayil got ku di rojên dawîn de li herêmê êrîşên li hember sivîlan zêde bûn û wiha dewam kir: "Ne dînê me û ne jî mirovahî êrîşên li Wanê, Bidlîsê, Elezîzê, Diyarbekirê û Gazîentabê qebûl dike. Em kesên ku ev êrîş kirine şermezar dikin. Armanc ew e ku Tirkiye pêşva neçe. Ev taşerontiya kesên din dikin. Em wek eşîra Bîdîriyan çawa ku heta îro em wisa tevgeriyan, ji vir şûn de jî em ê serbilind bisekinin. Em ê xwedî li welat, ala û gelê xwe derkevin. Em van êrîşan şermezar dikin."
- "Em li dijî her cure terorê ne"
Melayê Mizgefta Uluyê ya Mûşê Cevdet Aydin jî got ku ji êrîşên terorê herî zêde gelê herêmê zirar dîtiye û ew li dijî her cure terorê ne.
Aydin diyar kir di heyameke ku her kes di nav hizûrê da bû, FETOyê hewl da ku derbê bike û zirareke mezin da welêt û wiha dewam kir:
"Şikir ji Xwedê ra ku welatê me, miletê me ji vê belayê mihafeze kir. PKKya rêxistina terorê bi taybetî jî gelê vê herêmê kerixand. Lê dewleta me di vê mijarê da biryardar e, înşallah wê bi ser bikeve. Dikarin bi rêyên demokratîk partiyê ava bikin, biaxivin û pirsgirêkan çareser bikin. Di dînê me da 'Kuştina merivekî wek kuştina hemû mirovahiyê ye.' Cezayê wî dojeha ebedî ye. Ez bangî hemû ciwanên me dikim; Dev ji van hereketên xwe berdin, ev welat têra me hemûyan dike."
- "Îslam dînê aştiyê ye, kuştinê emir nake"
Melayê Mizgefta Merkezê ya Haskoyê Ahmet Manbakî jî got ku di dîrokê da hewleke derbê ya bi vî rengî nehat dayîn û wiha dewam kir:
"Dînê me dînê aştiyê ye, kuştina mirovan bi tu awayî qebûl nake. Welatekî me yê xweş û milletekî me yê baş heye. Lê hêzên dereke dexesiyê ji vî miletî dikin, ji bo ku hizûra vî welatî xerab bikin, hewl didin. Ev bûyerên terorê yên vê axiriyê jî dewama van e. Lê nihêrîn ku nikarin ya dilê xwe pêk bînin, bi vî şiklî hin kesên din kirin dewrê. Li Elazigê bi salan e tu bûyer neqewimîbûn. Çi kirin, gotin 'em hizûra herêmên ku hizûr lê heye, birevînin'. Dibêjin ku me li ser navê îslamê êrîş bir ser dewateke Gazîantepê. Ne îslam dînê aştiyê nîne? Têkiliya van caniyan bi dîn û îmanê tuneye."