HEWLÊR
Ji hêzên pêşmergeyan Serpel Behram Şervaniyê ku li Kobanêyê li dijî DÎŞIya rêxistina terorê şer dike da zanîn ku pêşmerge, AAS, YPG û hin komên kurdan konrola piraniya bajêr bi dest xistin.
Şervanî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Pêşmerge, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad û Sûriyeyê (AAS) digel hin herêmên li rojhilatê Kobanê gunên Termîk û Mamita ku dikevin başûrê Kobanêyê jî ji milîtanên rêxistinê paqij kirin.
Şervanî qal kir ku li herêmên ku kontrola wan bi dest xistin de dest bi paqijkirina mayîn û teqemeniyên din ên ku DÎŞIyê bi cî kiribûn, kirin û der barê vegera kobanêyiyên ku 4 meh beriya niha ji ber êrîşên DÎŞIyê koç kiribûn de jî wiha axivî: "Heta bajêr bi temamî ji milîtanên DÎŞIyê neyê paqijkirin û ewlehiya bajêr neyê bidestxisyin dê ji bo paşvevegerînê destûr neyê dayîn."
Fermandarê sahayê yê Şoreşgerên Reqayê Ebû Îbrahîm gotibû ku AAS, hin komên kurdan ên wekî YPGyê û pêşmergeyan kontrola navçeya Kobanêyê bi temamî bi dest xistin û daxuyaniya "Pevçûnên me yên bi DÎŞIyê re li hawirdora Kobanêyê berdewam dikin. Me Kobanêyê ji hêzên DÎŞIyê paqij kir." dabû.