ŞIRNAK
Li 11 bajaran der barê xebatkarên ewlekariyê da bi îdiaya "guhdarkirina dereqanunî" va operasyona ku navenda wê Îzmir e hat kirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitendin, Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê li ser giliyên kesên ku di nav wan da endamên zanistê, leşker, endamên ewlekariyê û rojnamevan jî hene û dibêjin ku bi destê "rêxistina paralel" va "dereqanûnî" hatine guhdarkirin lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê da li Sîlopiya navçeya Şirnexê alîkarê komserekê hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku alîkarê komîser ê ku hat binçavkirin sewqî Îzmirê kirin.