Dmitri Chirciu
04 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2023
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, dijwar bûye ku Yekîtiya Ewropayê (YE) piştgiriya madî bide Ukraynayê.
Peskov li paytext Moskovayê der barê mijarên rojane da daxuyanî da rojnamgeran.
Rojnameya Financial Timesê ku gotibû ji bo piştgiriya madî ya Ukraynayê di YEyê da lihevnekirin heye. Peskov nûçe nirxand û diyar kir, dijwar bûye ku YE piştgiriya madî bide Ukraynayê.
Peskov wiha got, "Dijwar dibe ku ew (Ewropayî) badilhewa pere bidin Ukraynayê. Em ê jî operasyona eskerî ya taybet bidomînin. Aboriya me êdî li gor şert û mercên operasyona eskerî ya taybet e."