Endama Berpirsyara Alîkariya Mirovahiyê û Parastina Sivîl, Hevkariya Navneteweyî ya Komîsyona YEyê Krîstalîna Georgîeva daxuyanî da û diyar kir ku rewşa li wê herêmê her ku diçe xerabtir dibe û wiha pê de çû: "Hewcedariya 200 hezar kesên ku ji DÎŞIyê reviyane bi vê alîkariyê heye. Ji 40 hezarî zêdetir êzdî li Çiyayê Şengalê asê mane û li wê derê hatine dorpêçkirin. Komîsyona YEyê êrîşên ku li ser sivîlên iraqî bi zanayî tên kirin bi awayekî tund şermezar dike."
Komîsyona YEyê herî dawîn di hezîrana borî de bi qasî 5 milyon eûroyî alîkarî ji Iraqê re şandibû. Bi vê biryarê alîkariya ku Komîsyona YEyê ji 2007an heta niha daye Iraqê derket 150 milyon eûroyî. Di nav vê alîkariyê de alîkariya ku ji penaberên sûriyeyî yên ku xwe spartibûn Iraqê jî heye.