Li gundê Ab Barikê ji ber baranê hezaz çêbibû, 300 mal di bin xweliyê de mabûn û hin avahiyan jî xisar dîtibû. Ji ber talukeyê avahiyên mayî hatin valakirin.
Waliyê Badanşahê ji nûçegihanê AAyê re got ku wan êdî hêviya xwe ji kesên ku di bin xweliyê de mane birîn e.
Gundîyên Ab Barikê li herêmeke bi ewlehî kom bûn û niha bendê ne ku tîmên xilaskirinê werin ku alîkariya wan bikin. Lê ji ber ku baran zêde dibare heta niha bi tenê makîneyeke kar gihîşte herêmê ku bixebite.
- Herêm dê bibe goristaneke komî
Xelîlî ji bo ku herêmê ji nêz ve bibîne çû Badanşahê û gundiyan dît, pişt re jî pirsên rojnamevanan bersivand. Xelîlî wiha got: "Em ê xebatekî bidin destpêkirin ku avahiyên bi taluke valakin û bibin cihekî din. Ji hêla din ji bo kesên mirine jî em ê li welêt sê rojan şînê bikin."
Xelîlî bangî saziyên alîkariyê jî kir û got ku di rojên wiha de alîkarî zêdetir girîng e.
Ji hêla din tîmên ÎHHyê jî gihîştin herêmê û li gor agahiya wan ji bin erdê jê 6 heb giran bi giştî 90 kes hatin xilaskirin.
Berpirsyarê Asyaya Navîn ê ÎHHyê Orhan Şefîk jî daxuyand ku dema ew gihîştine herêmê nimêja cinazê ya kesên ku mirine hatiye kirin, gund bi tevahî hatiye valakirin.