Di operasyonên li dijî Talîban hatin kirin de, di 24 saetên dawî de 23 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Hundir a Afganîstanê daxuyaniya niviskî da û ragihand ku operasyon li herêmên Kûnar, Nangarhar, Lagman Cevîzcan, Gazne, Host û Helmandê hatin lidarxistin. Di encama operasyonan de, 21 endamên Talîban hatin girtin.
Wezareta Karên Hundir, ragihand ku di operasyonan de gelek çek û teqemenî hatin desteserkirin.