AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê endamên rêxistina PKKyê rê birîn û 3 wesayît şewitandin.
Li gor agahiyan endamên rêxistina PKKyê li ser rêya Bazîd û Îdirê û Bazîd û Îranê 3 tir dan sekinandin. Endamên rêxistinê şofêrên tiran peya kirin û agir berdan wesayîtan.
Hêzên ewlehiyê çûn ciyê bûyerê û demeke kurt di navbera endamên rêxistinê û cendirmeyan de pevçûn derket.
Hêzên ewlehiyê ji bo qefaltina endamên rêxistinê li herêmê operasyon dikin.