Önder Beyter
28 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Hat ragihandin ku li eyaletên Amerîkayê Ohio û Indianayê ji ber bablîsok û bahoza bişidet gelek kes birîndar bûn û herwiha ceyran bi ser 5 milyon kesî da çû.
Li gorî nûçeya CNNê, Servîsa Meteorolojiya Neteweyî di daxuyaniya xwe da ragihand ku li eyaletên Ohio û Indianayê bablîsok û bahozeke bişidet rabûye û li hin deveran jî bûye sedema xesar û ziyanê.
Hat destnîşankirin ku bablîsok li bajarê Daytonê yê Ohioyê da û di encamê da gelek kes birîndar bûn.
Rayedaran destnîşan kirin ku li Ohioyê ceyran bi ser qedera 5 milyon kesî da çû.
Hat diyarkirin ku li Celina, New Madison, Laura, Dayton û Laurelvilleê xebatên tesbîtkirina xesarê dê bên kirin.
Li bajarê El Reno yê Oklahomayê ji ber bablîsok û bahoza tund ku dawiya hefteyê rabû, 2 kes miribûn.
Hatibû ragihandin, ji be bablîsokê ku derbeyeke giran li bajêr da, zêdetirî 10 kesî mirin an jî birîndar bûn.