Elif Irmak
05 Mijdar 2020•Rojanekirin: 05 Mijdar 2020
Nediyariya di 59emîn hilbijartinên serokatiyê ya amerîkayê da û nîqaşên ji ber dengên ku bi rêya posteyê hatin emilandin li gelek eyaletan hatin protestokirin.
Di hilbijartinên serokatiyê yên 2020î da ji encaman ra hindik maye lê xwepêşandêr di serî da li New York, Phledelphia, Chicago û Los Angelesê li çar aliyên welêt di şeva duyemîn da jî daketin kolanan.
Hilbijêrên Demokrat li du herêmên cuda yên New Yorka ku Joe Bîdenê namzedê serokatiyê yê demokrat lê hilbijartin qezenc kir daketin kolanan û nêzî avahiya Trump Tower a li Kolana 5emîn a Manhattanê daxuyaniyeke çapemeniyê da paşê meşiya.
Xwepêşandêran nêzî meydana Unîonê rê girtin rastî midaxeleya polêsan hatin, gelek xwepêşandêr bi destê polêsan va hatin girtin.
Xwepêşandêran li bajarên wekî Phledelphia, Detroit û Chicagoyê bi dirûşmeyên "Hemû dengan hilbijêre" meşên aştiyane li dar xistin û li Mîchîgana ku di pêşbaziya serokatiyê da yek ji eyaletên stratejîk e bûyer derketin.
Di xwepêşandanên ku duh li bajarê Los Angelsê hatin kirin da hin kes hatin girtin, îro ji ber ku polêsan zû tevdîr hildan meşa protestoyê sekantir derbas bû.
Li bajarê Mînneapolîsa ku George Floydê reşik lê bi destê polêsekî va hat kuştin jî xwepêşandêrên ku rêbeja bi navê I-94 girtin hatin derdestkirin.
- Li paytext Washîngton DCyê 4 binçavkirî
Li Baltîmoreya bajarê eyaleta Marylandê komeke 30 kesî bi awayekî aştiyane protesto kir ku namzedê Komarparêz Donald Trump serkeftina hilbijartinê zû îlan kir. Li paytext Washîgnton DCyê departmana polêsan eşkere kir ku ji ber sûcên guhnedana rêbazên xwepêşandanan, êrîş û teşwîqkirina şîdetê 4 kes binçav kirin.
Li Detroîata bajarê Mîchîgana ku Partiya Komarparêz xwest ku deng ji nû va bên jimartin jî komeke hilbijêrên Komarparêz bi rayedarên ku wna hilnedan navenda jimartina dengan ra ketin nav nîqaşê.
Polêsan bi zorî koma ku dirûşmeyên wekî "Em bikevin hundir", "Jimartinê rawestînin" berz kirin belav kir.
Tê payîn ku protesto sibê jî li gelek bajêran dewam bikin.