ATÎNA
Ber destê sibehê li dijî Balyozxaneya Atînayê ya Îsraîlê êrîşa biçek hat kirin.
Kesên nenas ên li ser motobisqilêtê li semta Psîhîkoyê gule berdan avahiya balyozxaneyê. Di êrîşê da mirin û birîndarî çênebû.
Li gor agahiyan 4 kesên bi motobisqilêtê ber destê sibehê di saet 03.15an da hatin kolana ku balyozxane lê ye û gule berdan avahiyê.
Ji bo dîtin û qefaltina êrîşkaran kamerayên ewlehiyê yên balyozxane û herêmê tên lêkolînkirin.