ÎSTANBUL
Der heqê kuştina alimê ozbek Evdila Buxarî da kesekî çeçen hat binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekôşîna Dijî Terorê der barê kuştina Buxarî da xebat da destpêkirin. Di encama lêkolîna li ser dîmenên kamerayan û agahiyên şahidan kesekî çeçen hat binçavkirin.
Gumanbar birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê.
Evdila Buxarî do li Zeytînburniyê li nêzî avahiya Komeleya Îhsanê rastî êrîşa biçek hatibû û birîndar bûbû. Buxarî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Cerrahpaşayê miribû.