28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
MELBOURNE
Bahoza Debbîeyê ya ku bi 270 kîlometre lezê va gihîşte Queenslanda eyaleta Awistiralyayê ji 35 hezarî zêdetir xanî bêceyran hîşt.
Di daxuyaniya Buroya Meteorolojiya Awistiralyayê da hat diyarkirin ku ji ber bahoza ku bû sedema birîna ceyrana 35 hezarî zêdetir malî 400 navendên xweyîkirina zarokan û xwendingeh hatin tetîlkirin.
Li herêmên Bowen, Mackay, Wîthsunday, Aîrlîe Beachê leza bahozê carcaran digihêje 270 kîlometreyî û li bendê ne û seranserê rojê bahoz dewam bike.
Annastacia Palaszczuka Seroka Eyaleta Queensland bangî welatiyên li herêma bahozê kir ku bira ji malên xwe dernekevin.
Palaszczukê wiha got: "Îro rojeke zor û dirêj ew ê ji ser me ra derbas bibe lêbelê ez dizanim ku her kes amade ye û ew ê ya rast bike. Wek mayîn ekîbên serwêsa acil ew ê piştî sihêlbûna bahozê ji bo wezîfeyê amade bin."
Malcolm Turnbullê Serokwezîr Awistiralyayê jî do di daxuyaniya xwe da bangî gelê herêmê kiribû û gotibû bira guh bidin hişyariya ekîbên serwêsa acil.