22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
MELBOURNE
Mîke Penceyê Alîkarê Serokê DYAyê diyar kir ku Koreya Bakur ji bo aştî û ewlehiya Asya Pasîfîkê "tehdîda herî mezin û acil e" û got, "Bi mitefîqên xwe yên herêmê û Çînê ra hewl didin ku zexta dîplomatîk û aboriyê li ser rejimê pêk bînin."
Pence dest bi ziyareta xwe ya Awistiralyayê ya ku ew ê 3 rojan bidome kir, di roja ewil a temasên xwe da bi Serokwezîr Malcolm Turnbull ra hat ba hev.
Hat ragihandin din ku mijara sereke ya hevdîtinê tehdîda nukleerê ya Koreya Bakur bû.
Pence di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Koreya Bakur ji bo aştî û ewlehiya Asya Pasîfîkê "tehdîda herî mezin û acil e".
Pence destnîşan kir ku li ser mijarê disekinin û got, "DYAyê ji nêz va bi Awistirlayayê ra xebatên xwe bidomîne. Bi mitefîqên xwe yên herêmê û Çînê ra hewl didin ku zexta dîplomatîk û aboriyê li ser rejimê pêk bînin."
Pence got piştgiriyê didin banga Turnbull a ku ji Çînê xwest zextê li ser Koreya Bakur pêk bîne û wiha axivî: "Heke Çîn nikaribe rê li ber Koreya Bakur bigre DYA, mitefîqên me ew ê ji heqê wê derkevin."
- "Çavê hemû dinyayê li ser Pekînê ye"
Serokwezîr Turnbull jî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku rêveberiya Koreya Bakur "Rejima bêperwa û bitalûke aştî û îstiqrara herêma me dixe xetereyê."
Turnbull got ku dibê Çîn zextê li ser Koreya Bakur bike, çavê hemû dinyayê li ser Pekînê ye.
Turnbull got bawer dike ku Çînê di mijara Koreya Bakur da ya ku dikeve ser bike.