MEKKE
2 milyon û nîv namzedên hecîtiyê xwe amade dikin ku derkevin Erefata ku Hz. Adem û Hz. Hewa li dinyayê, li wir hev dîtibûn û Hz. Muhammed li wir Xutbeya Xatirxwestinê xwendibû.
Hinek namzedên hecîtiyê yên ku li Mekkeyê ne, dê îşev, hinekên din jî dê roja erefeyê sibê zû bi îxramên xwe derkevin rê. Kesên dixwazin beriya ku derkevin Erefatê li Mînayê bimînin, dê îşev derkevin rê.
Namzedên hecîtiyê bi meşê, bi otobûsan an jî bi pergala biray dê biçin û bigihêjin konên ku ji bo her welatekê cuda cuda li rawestgehan hatine amadekirin.
Birêvebiriya Erebistana Siûdî da zanîn ku li Mîna û Muzdelîfeyê amadehiyên konên ku dê namzedên hecîtiyê tê de bimînin, temam in.
AA dê diaya Weqfa Erefatê zindî biweşîne
Serokatiya Karên Diyanetê jî ji bo waqfeyê li Erefatê koneke mezin ya îrşadê ava kir. Bernameya Erefatê dê bi pergala deng bigihînin hemû konên ku namzedên hecîtiyê yên tirk lê dimînin.
Bernameya Erefatê dê di heman demê de bi hevkariya Navende Çapemeniyê ya Diyanetê û Anadolu Agencyê bi awayekî zindî ji bo hemû cîhanê bê weşandin.
Bernameya Erefatê ya Serokatiya Karên Diyanetê dê roja erefeyê bi nimêja sibê dest pê bike, bi xwendina Qur'an, esmau'l hûsna, Xutbeya Xatirxwestinê, axaftina Erefatê û bi cemkirina nimêja nîvro û esrê (cem-î teqdîm) dê berdewam bike û bi xwendina diaya Veqfeyê ya ji hêla Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ve dê bi dawî bibe.