NAÎROBÎ
Li Kenyayê jî kelecana Cejna Qurbanê heye û kuçe, kolan û bazar gelek qerebalix in.
Wekî tê zanîn li Kenyayê misilman wek kêmnetew in lê ji bo îbadeta xwe gelek xesas in. Ji bo vê jî li welêt, li cihên ku misilman lê dijîn, madehiyên Cejna Qurbanê dest pê kirin.
Li bajarên wekî Mombasa, Malîndî, Galîsya û Vajîrê yên ku misilman lê zêde dijîn amadehiyên cejnê bi rêk û pêk berdewam in. Kuçe, kolan û bazar gelek qerebalix in. Mizgeft hatin paqijkirin û her wiha navendên serjêkirina heywanan jî hatin amadekirin.
Li Kenyayê bi piranî misilman xîzan in. Li Kenyayê bihayê mih û bizinên qurbanî di navbera 4 û 8 hezar lîreyê Kenyayê (100- 200TL) de ye. Li welêt bi tenê misilmanên dewlemend dikarin ji bo qurbanê dewaran ser jê bikin û hejmara wan jî pir hindik e.