Haydar Şahin
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
BAKU
Di anketên ku saziyên anketê yên navenda wan Fransa û Amerîka ne û saziyên civaka sivîl ji bo hilbijartina serokomartiyê ya 11ê nîsanê kirin da hat tesbîtkirin ku rêjeya rayên Serokomar Îlham Aliyev ji sedî 83 e.
ABD AJF & Rêxistina Associates Inc û Yekîtiya Mafên Karkeran a Welatiyan beriya hilbijarina serokomariyê ya 11ê nîsanê lêkolîna raya giştî kirin. Hezar û 500 kesên ji herêmên cuda yên welêt tevlî lêkolînan bûn.
Ji sedî 74ê beşdarvanan ji bo pirsa "Hûn çiqasî beşdarî hilbijartina parlementoya Azerbeycanê û serokomariyê dibin?" gotin "Her tim".
Di anketê da hat tesbîtkirin ku ji sedî 10ê hilbijarên cara ewil ew ê deng bidin. Ji sedî 82,9ê hilbijêran ji bo pirsa "Hilbijartina serokomariyê ku îro were kirin gelo we yê raya xwe bida kê?" gotin Serokomar Îlham Aliyev.
Di nav kesên tevlî anketê bûn da ji bo pirsa pîvandina "Der barê Serokomar Îlham Aliyev û xebatên wî" ji sedî 58,7ê wan gotin "aboriya welêt pêş dixe", ji sedî 75ê wan gotin "bi welatiyan ra eleqedar dibe" "Azerbeycanê di qada navneteweyî da bi awayê baş temsîl dike", ji sedî 60,7ê wan jî gotin "ewlehiya welêt pêk tîne".
Di hilbijartina serokomariyê ya 11ê nîsanê da Serokomar Îlham Aliyevê namzedê Partiya Azerbeycana Teze, Gudret Gasanguliyevê namzedê Partiya Eniya Yekîtiya Gel a Azerbeycanê, Araz Alizadeyê namzedê Partiya Sosyal-Demokrat, Ferec Quliyevê namzedê Partiya Tevgera Vejîna Neteweyî ya Azerbeycanê, Razî Nurullayev namzedê mixalifên Eniya Gel a Azerbeycanê, Hafiz Haciyevê namzedê Partiya Musawata Nûjen, Zahîd Oruçê namzedê serbixwe, Sardar Mamedovê namzedê Partiya Demokrat ew ê têkevin pêşbaziyê.