Sevim Hatun
12 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
BAB
Li Bizaya herêma ser Baba navçeya Heleba Sûriyeyê ku di kontrola muxalifan de ye, li dijî PKK/PYDya rêxistina terorê çalakî hat lidarxistin.
Bi sedan sûriyeyî piştî nimêja înê di destê wan de alaya "şoreşê" li navenda navçeyê kom bûn, êrîşên li dijî navçeya Mare û Ezezê şermezar kirin.
Çalakvanên ku li dijî PKK/PYDya rêxistina terorê dirûşme berz kirin û dovîzên li ser "PYD, dîrok şoreşên ku tu dikî dinivîse", "PYDya zarok kujer" û "Xayin, Şeytan PYD" gerandin.
Ebud Naîfê ku beşdarî çalakiyê bû ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Em ji bo li hemberî PYDya ku îxanet li şoreşê kir tevlî vê çalakiyê bûn. PYDyê li şoreşê îxanet kir û axa ereban dagir kir."
Polêsê Sûriyeya Azad ji bo ewlehiya çalakvanan bi dorfirehî tevdîr hildan.